• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Üyelik Girişi
Site Haritası
Takvim
KESK ONURUMUZDUR..!

BİRLİKTEYKEN DAHA GÜÇLÜYÜZ!

EĞİTİM SEN'Lİ OLMA ZAMANI
PERFORMANSA, SINAVA HAYIR!
1 EYLÜL DÜNYA BARIŞ GÜNÜ
5 EKİM DÜNYA ÖĞRETMENLER GÜNÜ

21 ê sibatê roja ziman

Li Rojhilata Navîn kaos û qeyraneke  mezin  tê jiyîn. Di nava vê kaos û qeyranê de têkoşîna  gelan jî bi awayekî biryardar didome. Li aliyekî hêzên emperyal û modernîteya kapîtalîst, li aliyekî hêzên statûkoparêz ên ku dixwazin hebûna xwe biparêzin  û li aliyekî jî Hêza Azadiya Gelan ku bi pêşengiya Tevgera Kurdistanî tê meşandin, di nava têkoşîneke bêhempa de ne.

Di vê têkoşînê de, ji bo serkeftina gelên bindest ên Rojhilata Navîn, dê yekîtî û hevgirtina hêzên Kurdistanî ku alîgirên demokrasiyê ne, diyarker be.

Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Kurdistanî  bi tovên jehrî yên Netewe-Dewletan û qirkirinên hovane re rû bi  rû ne, Pergala Netew-Dewletiyê ku sed sal berê ji aliyê hêzên emperyalîst ve li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê hat avakirin, îro êdî nikare  hebûna xwe bidomîne.

Ew kincê ku Modernîteya Kapîtalist bi darê zorê li gelê herêmê kiribû, ne li gorî rastiya gelan e. Ew kincê ku bi feraseta Netewe-Dewletî bi nîjadperestî hatiye nexşandin, ne li gorî Dîrok, Çand û Baweriyên gelên Kurdistanî ne. Mezopotamya, ya ku bexçeyê gel û baweriyan e, ji destpêka dîrokê heta vê demê dayiktî û malovanî ji gelan re kiriye, bi feraseta Yek Netewe, Yek Al, Yek Ol û Yek Ziman hatiye jehrîkirin û dixwazin hemû kulîlkên rengîn ên vê erdnîgariyê bi jehra Netewe-Dewletî û nîjadperestiyê ji holê rakin û tune bikin. Îro, êşên ku tên kişandin, şer û pevçûnên ku bi feraseta Yek, Yek, Yek’ê bi pêş dikevin tovên vê dagirkeriya Kapîtalîst in.

Tevgera Azadiyê li hember hemû cûreyên nîjadperestiyê têkoşîna Neteweya Demokratîk dimeşîne. 40 sal in li hemberî Modeernîteya Kapîtalîst û paşverûtiyê  şerekî dijwar didomîne.  Îro jî ev têkoşîn, bi taybetî li rojava, şerê li hemberî hovîtiya Daîşê û hevalbendên wê, li çar aliyê welat bi awayekî biryardar didome.

Serkeftinên ku li Kobanê û Şengalê hatin bidestxistin, di encama ked, berdêl û lehengiyên mezin de hatine bidestxistin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî axa Sûriyeyê di rastiya xwe de êrîşên li hemberî destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava ne.

Çawa ku ji avabûna komarê heta vê demê çi bi qirkirina spî çi jî bi qirkirina sor, li ser gelê Kurd bi dehan caran bi hovîtî, siyaseta înkar û tunekirinê hatiye meşandin, îro jî di kesayetiya Cizîr, Sûr, Silopî, Koban û Efrînê de dixwazin li ser gelên Kurd û Kurdistanî qirkirinên sor pêk bînin, xwîna gelan birêjin û gelan tune bikin.

Hem li ser gelan van hovîtiya pêk tînin hem jî bê şerm û fedî dibêjin em birayên hev in. Hem 93 sal in di serî de gelê Kurd, zimanê gelan qedexe dikin, li Sûrê çand, dîrok û baweriyên gelan tune dikin, hem jî dibêjin em birayên hev in. Heke em birayên hev in, çima li her bajarekî tirkiye û Kurdistanê bi hezaran dibistanên ku perwerdehiya bi zimanê Tirkî tê dayîn hene û yek dibistaneke ku ji aliyê dewletê ve hatiye vekirin û bi zimanê Kurdî perwerdehî tê dayin tune ye.

Çima di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li hemberî dibistanên ku gelê Kurd bi derfetên xwe ava kirine evqas êrîşên dijwar ên dewleta Tirkiyeyê pêk tên û deriyên dibistanan tê morkirin û hîn jî morkirî ne. Feraset û felsefeya Erdoğan û hukumeta AKP’ê ya xwişk û biratiya bi gelê Kurd re ev e. Gelê Kurd, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd,  Ji bo Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê, ji bo hemû maf û azadiyan têkoşînê dimeşîne, dê bimeşîne. Heta ku van daxwazên gelê Kurd pêk bên dê têkoşîna gelê Kurd berdewam be. Pirsgirêka ku 93 sal in wekî pirsgirêka Kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de pirsgirêka zimanê Kurdî ye. Heke zimanê Kurdî azad bibe, dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe. Ji bo mirovan şertê yekemîn ê azadiyê; Axaftin, Xwendin, Nivîsandin û perwerdehiya bi zimanê xwe ye.

Li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê ya dewletê Daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî di destê gelê Kurd de çeka herî bi derb e. Em dikarin bêjin ku gelê Kurd vê çeka  xwe ya bi derb bikar bîne, dê mifteya azadiya zimanê xwe bidest bixe û  ji bo zimanên gelên bindest bibe mînak, model û rêya azadiya zimanên gelan vebike.

Li ser bingeha vê rastiyê, wekî Navenda Giştî ya Kurdî Derê, Banga me ev e. Heta ku hemû maf û azadiyên ji bo hemwelatiyên Tirk ji aliyê dewletê ve tên pêşkêşkirin, ji bo gelê Kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn jî bên dayin û di Zagona Bingehîn de bên bicihkirin, divê Siyasetmedar, Parlementer, Şaredar, Rêveber, Rayedar û hemû pêşengên siyaseta Kurd li sûkê, li bazarê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê, li kuçe û kolanê û li hemû qadên jiyanê de, bi Kurdî biaxivin,  bixwînin, binivîsin, bifikirin û bi Kurdî bijîn. Ya herî girîng jî, li hemû qadên jiyanê doz û daxwaza Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê berz û bilind bikin.

 Pêkanînên dewleta Tirkiyeyê û hukumeta AKP’ê yên înkar û tunekirinê, ku di sedsala 21’emîn de li ser Çand, Ziman, Dîrok û hebûna gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn pêk tîne deşîfre bikin, li ber çavên cîhana hemdem raxin û heta ku azadiya hemû maf û azadiyan, nirx û rûmetan bidest bixin, têkoşînê mezin û bilind bikin.

Bi hêvîya azadiya Çand, Ziman, Bawerî û Nirx û Rûmetên hemû gelan û li ser bingeha jiyaneke bi rûmet, a di nava aştiyeke mayinde de;

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê pîroz be…                  LIGEL SILAV Û RÊZÊN XWE

                                                                                          NAVENDA GIŞTÎ YA KURDÎ DER’Ê
                                                                                                              



1020 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi1
Bugün Toplam10
Toplam Ziyaret287501
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ