• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Üyelik Girişi
Site Haritası
Takvim
KESK ONURUMUZDUR..!

BİRLİKTEYKEN DAHA GÜÇLÜYÜZ!

EĞİTİM SEN'Lİ OLMA ZAMANI
PERFORMANSA, SINAVA HAYIR!
1 EYLÜL DÜNYA BARIŞ GÜNÜ
5 EKİM DÜNYA ÖĞRETMENLER GÜNÜ

Bê Ziman Jiyan Nabe!

Piştî dewleta Pakîstanê zimanê Ûrdû weke zimanê yekem, resen û fermî îlan kir, di 21’ê Sibata 1952’an de li hember vê biryarê çalakvanên zimên ên  Bengladeşî bertek nîşan dan û di nava wan û polîsên pakistanî de pevçûn deket. Di van çalakiyan de çend çalakvanên Bengladeşî hatin qetilkirin. Ji ber vê bûyerê UNESCO ( Saziya Neteweyên Yekbuyî Ya Perwerde, Zanist û Çandê) di sala 1999 2an de ev roj ji bo biranîna wan kesên ku hatine kuştin weke roja zimanê dayikê deklare kir. 21’ê Sibatê,  ji wê rojê û vir de weke  “Roja Şehîdên Zimanê Dayîkê” , weke roja zimanên wendabuyî, weke zimanên qedexekirî yên gelê bindest tê pîrozkirin.

Di vê rojê de di derbarê girîngiya zîmanê dayîkê de axaftin tên kirin.  Çalakî tên lidarxistin. Daxwiyanî tên dayîn. Em wek Komeleya Kurdî Derê dibêjin,  êdî van çalakiyan têrî nakin. Êdî  saziyên Kurdan divê rêbazên têkoşînên nû bibînin. Êdî pratîk lazim e. Berxwedan û têkoşîna gelê kurd, tevgera azadiyê hişmendiyeke nû daye gelê kurd. Divê gelê Kurd li ser van esasan, têkoşîna ziman û çandê biafirîne. Divê sazî û dezgeyên me pêşengiyê bikin. Pergala ziman û perwedehiyê ava bikin. Polîtikaya zimên biafirîne da ku planên komkujiya ziman û çandê ya li hemberî Kurdî rabe.

Ji  Îlona 2012’an şûn ve  Wezareta Perwerdehiyê Ya Neteweyî  (MEB) di pergala xwe ya hîndekariyê de wek dersa hilbijarî cih da Dersa Kurdî.

Di tevger û pêkanînên dewletê de samîmiyet û dilsozî tunebû. Xapandin û aliqandin hebû. Ji aliyê pedegojiyê ve jî  şaşî û kêmasî hebûn. Li tu welatî perwerde di pola 4’an de dest pê nake.  Em wan rojan bi bîr bixin. Kurdî wek dersa hilbijarî pejirandin, him jî wek fîlî, bi şêweyeke konetî pêşî lê girtin. Weliyan agahdar nekirin. Ji wan veşartin.  Bi dek û dolaban xwendekaran aresteyên dersên din kirin. Mamosteyên Zimanê Kurdî  peywîrdar nekirin. Bi hinceta mamoste tuneye  pol venekirin.  Di bin ewlehiya zagonan de nebû. Ji bo wê yekê em wek Kurdî Der li hemberî  wê derketin.  Ji kurdan re wek alternatîfa perwerdahiya bi zimanê dayîkê dixwestin nîşan bidin. Em dersa hilbijarî jî wek feraseteke pişavtinê dihesibînin.  Di vir de jî mafê kurdan yên xwezayî, yên demokratîk  dixwazin di asteke herî nizim de bidin. Qîma Kurdan bi van tiştên hindik bînin. Şaşî li vir e. Daxwaza Gelê  Kurd ev e.  Kurdî divê bibe zimanê fermî di dibistanan de wekî  tirkî bibe zimanê perwerdehiyê.  Êdî dema  daxwaza “em perwerdehiya bi zimanê dayîkê dikin” derbas buye. 

Gelê Kurd dît ku dewlet  mafên wan roj bi roj şûn de dixînin.  Mafên piçûk yên didin wan jî li demê bela dikin. Dewlet bi şiweyeke konetiyê asîmilasyona xwe didomîne. Di demeke nêzîk de jî tiştekî xuya nake. Wek “defacto” dibistanên xwe vekirin.  Li gelek welatan êdî bi du zimanî an ji du zimanan pirtir perwerde dibînin û diaxifin.

Mirov bi nirxên xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe dibin xwedî rûmet.                                                                                                                                                                          

Roj biroj em dereng dikevin. Xetereyeke mezin li pêşiya zimên heye. Ku em zimanê Kurdî nekin zimanê jiyanê, Wek di rapora UNESCO’yê de jî hatiye destnîşankirin, kurdî jî ewê tevli zimanên wenda û mirî bibe.



1228 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi1
Bugün Toplam59
Toplam Ziyaret287658
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ