• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Üyelik Girişi
Site Haritası
Takvim
KESK ONURUMUZDUR..!

BİRLİKTEYKEN DAHA GÜÇLÜYÜZ!

EĞİTİM SEN'Lİ OLMA ZAMANI
PERFORMANSA, SINAVA HAYIR!
1 EYLÜL DÜNYA BARIŞ GÜNÜ
5 EKİM DÜNYA ÖĞRETMENLER GÜNÜ

Îro 15’ ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye


                                               Ji Bo Çapemenîyê û Raya Giştî


Îro 15’ ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî  ye. 15’ê Gulanê ji bo Kurdan rojeke girîng e. Kurdî zimanekî xwedî çil mîlyon axaftvan e. Ji heyamên dêrîn heya îro pê Mezopotamya neqişiye, pê destan hatine nivîsîn, evîn hatine jiyîn, derd û kul hatine parvekirin, çîrok hatine gotin, ev ziman çawa ku heya îro li ser piya mabe, dê ji niha û pê ve jî li ser piya bimîne, geş bibe, pêş keve. 15’ê Gulanê li Kurdî pîroz be.


Ji ber ku ji çarmedorê Kurdîstanê êrîş li Kurdan û li Kurdî bûne, ji ber ku Kurd xwedî dilnexwaz û neyarên derinde ne, divê em hay ji xwe hebin.


Ku em bala xwe bidin vê heyama borî, Em ê li Împeretoriya Osmanî a jitaqetketî rast bên. Êrîş bi Tazmînatê û helwesta navendîbûnê dest pê dikin. Abdulhamîtê duyem, heya meşrûtiyetê tundiyek kirêt li hember neteweyên di bin banê Osmaniyan de meşand. Kurdan jî para xwe ji vê tundiyê girtin û ji ber vê ne li Stenbol, neçar man rojnameya KURDİSTAN li Qahîreyê biweşînin. Piştî meşrûtîyetê di çendsalekî ku navenda Osmanî qels bû, li Stenbol Kovargerî û Komelegeriya Kurdî berhem dan, Kurdan doza mafên xwe yên rewa kirin. Lê vê rewşa zêde nedomand.


Berî komar ava bibe Mustafa Kemal û hevalbendên wî ku bi heyran û qurban soz didan Kurdan û Kurd wekî hêmana sereke a komarê didîtin, piştî Peymana Lozanê di makezagona 1924 an de hebûna Kurdan înkar kirin, zimanê kurdî qedexe kirin, bi zagona Tevhid-i Tedrisatê medrese hatin girtin. Bi peymana Takrir î sikûnê ew bêziman hiştin, qir kirin. Di makezagona 61 ê de her çi qas hinek azadî bi dest xistibin jî, kurdan bi cûntaya 1980 yî derbek din ji komarê xwarin. Ji realîteya Kurdan qebûl dikim a Sülayman Demirel ku di sala 1992 yan de gotibû heya niha 22 sal derbas bûye lê hîn jî em dibînin ji aliyê dewletê ve pêngavek girîng nehatiye avêtin. Armanc hîn heman armanc e, pişaftin û tunekirin. Komara Tirkî îro jî ji navê Kurd zivêr dibe.


Di Kurdistana çar perçe de, li rojava di 15’ê Gulana 1932’yan de bi rêberiya Mîr Celadet Bedirxan kovara Hawarê dest bi weşanê dike. Xebatên kurdî heya sala 1948 an ku Sûrî azadiya xwe bidest  dixe didomin. Derbendiya li ser kurdan jî hişktir dibe ji bo pişaftina kurdan ereb li ser axa Kurdan tên bicihkirin, piştî Hafiz Esat tê ser hukim rewşa Rojavayiyan kambaxtir dibe…


Li başûrê Kurdistanê rewş ji vêya ne çêtir e di wê demê de…


Li Kafkasan Kurd ji ber Stalin di sîbîrya re derketin…


  Rojhilat îro jî di destê rejîma îslamî ya Îranê de diqiliqe û xortên kurd tên bidarvekirin.


Jenosîda li ser kurdan her çi qas demna sist bûbe jî heya îro domandiye.


            Ji ber van egeran: Divê kurd bi sozên ku hukûmeta AKP dide neyên xapandin. Ji aliyekî ve dibêje em daxwaza azadiya zimanê we dikin, ji aliyekî ve jî dibêje zimanê kurdî ne zimanekî medenî ye. Ji aliyekî ve pesnê demokrasiyê dide, ji aliyekî din ve serkêşiya tevgerên faşîst dike.


Ey Komar! Em bi te ne bawer in, ey hukûmet em ji te ne razî ne…


Bi van êrîşan hûn nikarin di dilê me de cî bigirin, bi vê dilnexwaziyê hûn nikarin bibin dostên me, bi vê kirêtiyê hûn nikarin bibin birayên me. Em demlidest perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin. Di dad û dadgehan de wekheviyê dixwazin. Di kar û xebatan de heq û ewlehiyê dixwazin.


            Ku doza sî û sî gule bihata pirsîn dê bobelat bi serê Robozkîyan de nehata, ku doza Robozkî bihata pirsîn dê bi sedan kedkarên belengaz li Somayê di binê jêrzemînan de nebûna rijik.  Ey gelê azadîxwaz, ji zaliman hesab bipirs. Bibe yek. Têbikoş…


                       


Kurd,    Kurdî,     Kurdîstan…


 


 




2258 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi1
Bugün Toplam93
Toplam Ziyaret286863
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ