• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası

21’ Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YA CÎHANÊ PÎROZ BE

Mafê perwerdehiyê ku naveroka wê demokratik û laîk be,rê li ber cihêrengiya çand û zimanan veke û zanistî be watedar e.

   Ziman perçeyê çandê yê sereke ye. Lewra ziman ji bo gelan pir girîng e, him gel tese didin zimanan him jî ziman tese didin gelan, bi vî hawî ziman dibin nasnameya gelan. Lîjneya Giştî Ya Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandê Ya Netewê Yekbûyî(UNESCO), di sala 1999’an de ji bo 21’ê Sîbatê bibe “Roja Zimanê Zikmakî Ya Navnetewî” biryar daye û cara yekem di sala 2000’de li her derê cîhanê ji bo piştgirîya pirçandî û pirzimaniyê  “21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî Yê Cîhanê” hatiye pîrozkirin.
 
   Li gor daneyê UNESCO’yê 5 hezar ziman jê yên herêmkî, zêdetirî 7 hezar ziman tên axaftin. Ji sedî 40’ê van zimanan bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Li gorî UNESCO’yê, di hundirê sed salî de zarokê bi  zimanekî xeber dide li ber tunebûnê be,ew ziman di xeterê de ye û zarokê bi wî zimanî xeber dide nema be jî, ew ziman mirî tê hesibandin. Li gorî danezana  UNESCO’yê, li Tirkiyê  18 ziman ji holê rabûyne an jî li ber jiholêrabûnê ne.

   Zimanê ku ne bi perwerdehiyê lê ji malbat,derdor û civakê tê hînbûn wekî zîmanê zikmakî tê pênasekirin. Di civakên ku di asta etnîkî û netewî dene, zimanê di hemû têkilî û karûbarên cavakan de tê bîkaranîn, dibe zîmanê zikmakî yê wê cîvakê. Kesek ji bilî zimanê xweyî zikmakî, zimanekî din, du zîmanê din hîn bibe û pê ragihandinê bike jî, ew ziman tu car nikare bibe wekî zîmanê zikmakî.Lewma di Hevpeymana Mafên Zarokan Ya Neteweyê Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî ji yek binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezin  tê hesibandin.

   Mafê perwerdehiyê ku naveroka wê demokratik û laîk be,rê li ber cihêrengiya çand û zimanan veke û zanistî be watedar e.

   Ji bo pêşketinên civakî û aborî yê welatekî, divê derfetên ku qirnê nuh karibin bi gencîneyên çand û zimanê xwe mezin bibin, bêne avakirin. Bi vî rengî pêşvebirin û xwepêşxistina civakê pêkan e. Lewma desthilatdaran ji bo  rê li ber guherîn û pêşxistinên civakî bigrin, berên xwe dane perwedehiyê û gencîneyên çandî. Duvre jî perwerdehî û hînbûyina  ji bilî “zimanê fermî” qedexe kirine.

   Mafê perwedehiyê bi her aliyên  xwe pêk bê dê li ser rastiya xwe rûnê. Lewra bêyî rêgezê zanistî û hevpeymanên navnetewî, bi qedexekirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina mafê perwerdehiyê xapandin e.
Li welatê me bi taybetî zarokên zimanê wan ên zikmakî Kurdî, Erebî, Lazî, Ermenî, Hemşînî, Çeçenî, Suryanî û hwd. yê ji zimanê xwe tê qutkirin. Di vê nîvengê de 21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin. Qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bandorê li her kesî bike jî bêtir bandorê li ser zarokan dike. Ji aliye zimanzaniyê, perwerdehiya zanistî, pedagojî û însanî ve girîngî û pêwistiya zimanê zikmakî ji bo zarokan dîyar e. Bêparhiştina ji vî mafî ya zarokan encamên neyînî bi xwe re tîne û bandorek jiyanî ya neyînî li zarokan dike. Di van rojan de hinek îstatîstîk di raya giştî de belav dibin, him di ezmûnên giştî de him jî di ceribandinan kû behreyên akademîk dipîvin de  bajarên ku kurd û ev gelên ku li jor navê wan hat bilêvkirin lê dijîn her tim di rêzên dawî de cîh digrin. Divê ye ku raya giştî li ser van encaman hûr bibe û binirxîne. Helbet ev rewş ji ber ku bi zimanê zikmakî perwede naye dayin tê holê. Ev ne qeder e,   divê ev bê guherîn.

   Axa Mezopotamya û Anadotoliyê  di dîrokê de bûye dergûşa gelek şaristanî,ziman û çandan. Lê ji ber bi salane polîtîkayên li ser zimanên zikmakî têne meşandin, axa me ber bi çolbûyine ve diçe.
   Xwestekên ‘perwerdehiya bi zimanê zikmakî’  ku rêgeza bîngehîn ya perwerdehiya zanistiyê pêk tîne, rastî êrişên nijadperestiyê tê. Li qedexekirina fêrbûn û jiyîna zîmanê zikmakî li qedexekirina zanistiyê ye. Bi hinceta ku ‘welatê dê parçe bibe’, li qedexekirina xwesteka bi milyonan zarokên ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin nayê pejirandin û wekî ‘gef’ dîtina vê xwesteka rewa jî ne rast e.
 
        Em wek Platforma şaxa keska Mêrdînê bang li deshilatdaran dikin: Dest ji van plîtîkayên qedexekirinê û pişaftinê berdin. Him polîtîk him jî ji alîyê pedagojîkî da xwesteka me ev e ku bila perwerdehî bi zimanê zikmakî bê dayîn, her gel bila bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi çend gavên xapînok , yên ku li ser hînkirina zimanê zikmakî ne, ev pirsgirêk nayin çareserkirin.  Em dibên tenê ne perwerdehî, di hemû xizmetên civakî : wek tendirustî, şaredarî û hwd. de jî divê rê li ber bikaranîna  zimanê dayîkê bê vekirin. Dîsa di têkiliya navbera bijîşk û nexweşan de ji ber ku zimanê zikmakî naye bikaranîn di bilêvkirina hal û wextê xwe de nexweş pirsgirêkan dijîn û ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên tenduristiya kesan çareser nebe yan jî tedawiyên şaş bên kirin. Ev jî binpêkirina mafê mirovan bi xwe ye.  Em dîsa dixwazin eşkere bikin kû bi zimanê zikmakî bicîhanîna hemû xizmetên giştî esasê têkoşîna me ye û em ê vê têkoşînê her tim bilindtir bikin.
         Em dîsa wek Platforma şaxa keska Mêrdînê bang li raya giştî ya kurdan jî dikin: her çi qas rizgarîya Kurdî ya sereke perwerdehîya bi kurdî be jî em wek civak nikarin li bendî van destkeftîyan bisekinin. Lewma divê ye ku her kurd û her sazîya kurdan  li Kurdî xwedî derkevin. Helbet em dizanin tenê bi ferasetên kes û sazîyan ev ziman rizgar nabe lê bi xwedîderketina bi civakî zimanê Kurdî dê xwe bigihîne roja rizgarîye. Rizgarî  di axaftin û bikaranîna ziman de ye.
       Em bi van xwestekan Roja Zimanê Zikmakî ya hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin kû ev roj di gele me û hemû gelan de  hişmendîya zimên pêş de bibe. Em ji zimanê xwe hez dikin, lewma em ê bi kurdkî biaxifin, bixwînin û binivisînin.
 

PLATFORMA ŞAXA KESKÊ YA MÊRDÎNÊ 














95 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi1
Bugün Toplam46
Toplam Ziyaret235067
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ