• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Üyelik Girişi
Site Haritası
Takvim
KESK ONURUMUZDUR..!

BİRLİKTEYKEN DAHA GÜÇLÜYÜZ!

EĞİTİM SEN'Lİ OLMA ZAMANI
PERFORMANSA, SINAVA HAYIR!
1 EYLÜL DÜNYA BARIŞ GÜNÜ
5 EKİM DÜNYA ÖĞRETMENLER GÜNÜ

Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî Mafe Nayê Astengkirin!


Iro 15 ê îlonê destpêka perwerdehiyê ye li Tirkiyê. Divê dê û bavan bi bextewariyek xurt bi destê zarokên xwe bigirta û ew bibirana dibistanan, lê îro em bi şîn in. Yan divê em zarokên xwe nedin xwendin, yan jî divê zarokan radestî polîtîkayên qirêj bikin. Yan divê em bi destê xwe zimanê dayikê bi zarokên xwe bidin jibîrakirin yan jî bikin dîl û têxin nav çerxa pişaftin û tunekirinê.


Êdî bes e.


Ji despêka komarê ve we em ji her aliyî ve kurisandin. Hat rewşek weha ku êdî qetl û qitûlên we bûn xemla dîroka we, bû pênasa we. Cî hat we bi serbilindî qala serkeftinên encama êrîşên xwe kir.


Ev dozdeh sal in ku hûn qala makezagonek nû dikin û dibêjin dê hemû tişt sererast bibe. Hûn sozan didin ku dê Kurd karibin çanda xwe bijîn. Lê em dibînin ev jî xapandin e. Polîtîkaya dewletê ji bilî şitexilandinê ne tiştek e. Xortên Kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin hîn jî tên ricimandin. Dengê Kurdî xewê li we diherimîne.


Tiştê îro ji Kurdan re tê xwestin, bêedaletî ye. Ku zagon destûrê nade perwerdehiyek bi zimanekî din, ev ji bîrdoziya pişaftinî pêk tê.


Komara ku hîn bersivek nedaye banga Birêz Abdullah Öcalan a Newroza 2013 an neduristiya xwe eşkere kiriye.


Ji bo dibistanên li Amedê, li Geverê û li Cizîrê dibêjin ev derqanûnî ne. Ma  TRT şeş, Enstîtûyên li zanîngehan bi Kurdî perwerdehiyê didin jî ne korsan in?


Em bi salan e ji bo mafên xwe yên rewa, ji bo çanda xwe, ji bo zimanê xwe têkoşînê dikin. Ku îro em li kolanan bin ev jî ji bêxemiya dewletê ye.


Zimanê me perçeyek ji azadiya me ye, heya em azadiya xwe bi dest nexin em ê dev ji doza xwe bernedin.


Divê dewlet kar û xebatên ji bo komarek demokratîk zelal bike.

Divê dewlet dev ji neyariya Kurdan û destwerdana zimanê Kurdan berde.

Divê bi lez û bez zagon û makezagonan biguherîne

Divê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî licneyekê ava bike û alîkariya gel bike.


Ku dewlet neke, em bi biryar in, em ê bikin.


Kurd              Kurdî            Kurdîstan




1480 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi1
Bugün Toplam24
Toplam Ziyaret286617
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ