• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Üyelik Girişi
Site Haritası
Takvim
KESK ONURUMUZDUR..!

BİRLİKTEYKEN DAHA GÜÇLÜYÜZ!

EĞİTİM SEN'Lİ OLMA ZAMANI
PERFORMANSA, SINAVA HAYIR!
1 EYLÜL DÜNYA BARIŞ GÜNÜ
5 EKİM DÜNYA ÖĞRETMENLER GÜNÜ

15 GÛLANÊ CEJNA ZİMANÊ KÛRDÎ PÎROZ BE

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE.

Em, îro bi minasebeta "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî" bi gelê xwe re pîrozbikin li gel hev in.

90 sal beriya niha 15'ê Gulana 1932'yan, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê Kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşanê kir.

Mîr Celadet Elî Bedirxan bi alîkariya hevalên xwe Rewşen Bedirxan, Kamûran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Elî Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Lawê Fendî, Ehmed Namî, Hasan Hişyar, Bişarê Segman, Nêrevan, Reşîd Kurd, Goran, Tevfîq Vehbî, Evdila Esîrî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî û Lawikê Kurd di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs nivîsandibûn. “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin"

Ev banga hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha Zimanê Kurdî bû.

Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan were jiyandin û mayînde bibe, gelê Kurd di sala 2007'an de 15' Gulanê "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiriye û her sal vê rojê bi rihê neteweyî pîroz dike.

Em dizanin! pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê Kurdî tên meşandin in.

Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avabûna komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome.

Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewiste zagonên bingehîn en ku li pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û Zimanê Fermi.

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecana xwedîderketin û parastina nirxên xwe yên neteweyî Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin û lê xwedî derkevin. govenda Zimanê Kurdî bigerînin, dengê xwe tevli lîlandina dayîkên ku sembol û nîşaneya "Zimanê Dayikê" ne, bikin.


Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê;
Bi Kurdî Biaxivin,
Bi Kurdî Bixwînin,
Bi Kurdî Binivîsin,
Û Bi Kurdî Bijîn.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd Pîroz be...


KOMELEYA NİVÎSKARÊN MEZOPOTAMYA YÊ


PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

PLATFORMA ŞAXÊN KESK’A MÊRDÎNÊ

BAROYA MÊRDÎNÊ

205 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi1
Bugün Toplam119
Toplam Ziyaret286126
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ